Nûrî Çelîk
Fersend û derfeta ku îro hatiye ber lingên Kurdên Rojava sedsalê din nayê. Fersend serê sedsalî carekê tên û heger te ew ji dest revand, êdî ax û wax fêde nake. Yanî, wek mesela „heger te girt bernede, heger te berda jî bi dû nekeve“.
Nakokîyên navbera partîyên Kurdistanî Bakur têk bir û meydan ji PKK re hişt. Nakokîyên navbera PDK û YNK Başûr seqet û lenger hişt û meydan ji PKK re hişt. Nanokîyên navbera partîyên Rojava dîsa meydan ji PKK re hişt û ew kir desthilatdar. Wek dibêjin „ pisîk ne li mal be mişk Evdirehman e„. Divê gazind ne ji PKK, di serî de ji partîyên din bê kirin. Bi qasî PKK ew jî di têkbirina Kurdan de sûcdar û gunehkar in. Doh wilo bû, îro jî heman tişt e. Ên ku bedelê nedin û destê xwe nexin bin kevir, ên ku girtin, kujtin û mirinê nedin ber çavên xwe, ji holê radibin û ji çap dikevin, hol û meydanê ji yên din re dihêlin. Ji ber alternatîf tune, yê heyî jî hespê xwe li gor qîm û riza xwe, li gor armanc û siyaseta xwe dimeşîne.
Pelûla ku bi serê partîyên Bakur de hatiye rijandin, bi serê partîyên Rojava de jî rijîyaye, yan jî hatiye rijandin. Siyaseta bi wesayet û îcazet ew ji vîn û kesayetê, ji wêrekî û cesaretê dûr xistine. Wesayet û îcazeta Qendîl û Hewlêrê, partîyên Bakur û Rojava xesandiye û ew ji vîn û kesayetîyê, ji biryarmendîyê dûr xistiye. Parçebûna wan, parçekirina wan, siyaseta „parçe bike û wan bi rê ve bibe„ wek toqa naletê bi partîyên Bakur û Rojava ve zeliqî ye, zeliqandine. Em armanc û siyaseta PKK fêhm dikin. Lê siyaseta PDK û Hewlêrê, bêdengî û bêhelwestîya wan ya li hember rewşa Kurdên Bakur û Rojava nayê fêhmkirin. Heta bi astekê rewşa wan, hevkarî û dostanîya wan a bi Tirkîyê re tê fêhmkirin. Lê kor û ker û lalbûna wan meriv matmayî dihêle. Ev siyaseta xemsarî û sersarîyê ji têkçûn û fetisandina partîyên Bakur û Rojava re bûye sedema têkçûn û astengîyek mezin û ew mahkûmî mirinê kirine. Siyaseta bi wesayet û îcazeta Qendîl Hewlêrê bi qedera 30 milyon Kurdên Bakur û 3 milyon Kurdên Rojava lîztiye û dilîze. Heger PKK û PDK (ji ber hêzên sereke ne) û tenê li berjewendîyên xwe yên bi dewletên cîran re nefikirîyana, heger siyasetek giştî û Kurdistanî bimeşandina, belkî îro Kurdên Bakur û Rojava ne di vê rewşa malkambax de bûna û wê Kurd zêdetir xwedîyê erk û gotinê bûna. Lê mixabin herkes di firehîyê de kurê bavê xwe ye. Xelefa xizmet û wefadarîya ku Kurdên Bakur û Rojava ji PKK û PDK re kirin, wek bêdengkirin, jiçapxistin, wesayet û îcazet li wan vegerîya, vedigere.
Îro fersendek dîrokî ketiye destê Kurdên Rojava. Rejîma Esed têk çû, fersenda ku Kurd jî karibin bibin şirîkê desthilatdarîya Şamê çêbû. Û heger partîyên Rojava berjewendîyên xwe yên partîtîyê nedin pêş û xwe ji siyaseta bi wesayet û îcazeya Qendîl û Hewlêrê rizgar bikin, wê karibin heta bi Federasyonî jî bi dest bixin. Lê mixabin xuyaye ku emê ji vê xewna xweş veciniqin û wê hêvîyên me dîsa bibin bi qurbana siyaseta bi wesayet û îcazeta Qendîl û Hewlêrê.
Di vê derbarê de Şêxê Kurd Şêx Murşîd Xeznewî, di bernameya Rûdawê de kirasê xwe çirand, ji êşa dilê xwe axavtinek di cîh de kir û bû berdevkê hemû Kurdan. Wesayet û îcazeta Qendîl û Hewlêrê (PDK) bi mafdarî rexne kir û ji wan xwest ku bela xwe ji miletê Kurd vekin û Kurdan nekin bi qurbana berjewendîyên xwe. Li gor min divê hemû Kurdên zikêş û dilşewatên Kurdistanê bi heman helwesta Şêx Murşîd Xeznewî biqîrin û li dijî wesayeta Qendîl û Hewlêrê derkevin. Wesayeta Qendîl û Hewlêrê çawa ku Bakurê Kurdistanê têk birin û miletê Kurd ji hev tar û mar kirin, îro jî li Rojava heman karî dikin, bi nakokîyên navbera PYD û ENKS Kurdan dikin dijminên hev û wan ji tifaq û yekîtîya navxweyî dûr dixin.
Îro Kurdên Rojavayê Kurdistanê di qonaxa man û nemanê de ne. Heger partîyên Rojava nakokîyên xwe daneynin alîyekî, heger wesayeta Qendîl û Hewlêrê ji ser wan ranebe û bi siyasetek aqlêselîm û Kurdewarî neyên cem hev, hem wê vê fersenda dîrokî ji destê xwe birevînin, hem jî wê destvala ji Şamê vegerin. Divê Rêveberîya Xweser û PYD ji wesayeta Qendîlê û ENKS jî ji wesayeta Hewlêr û Tirkîyê azad bibin ku karibin ji vê bohrana îro rizgar bibin û destkeftîyên mezintir ji Kurdên Rojava re bi dest bixin.
Hebûna PKK ji bo Tirkîyê tenê mahne û hincet e. Qendîl jî vê yekê dizane, Hewlêr jî û herkes jî. Armanca sereke têkbirina destkeftîyên Rojava û nebûna şirîkatîya Şamê ye. Ji bo Kurd nebin şirîkê desthilatdarîya Şamê li herêma xwe nebin xwedîyê statuyekê, Tirkîye PKK wek sedema êrîş û desttêwerdanên xwe dide pêş û dikeve Rojava. Bi heman sedemê dikeve Başûr jî. Sekreterê Dezgeha Ewlekarîya Tirkîyê (Mîllî Guvenlik Konseyî) Orgeneral Tuncer Kiliç belasebeb nedigot “Em bi PKK re şerekî bi kontrol dimeşînin. Armanca me ya sereke ev e ku em nehêlin li Başûr Kurd bibin xwedî dewlet”. Îro jî li Rojava heman şerê bi plan û kontrol tê meşandin û ji bo Kurdên Rojava nebin xwedî statu, PKK wek mahne derdixin pêş, di her xwepêşanê de wêneyên Ocalan derdixin pêş û ji bo dagîrkirinê artêşa Tirk vedixwînin Rojava. Bi vî haweyî hem nakokîyên navbera PYD (YPG) û ENKS kûrtir dikin, hem wan dûrî hev dixin û hem jî wesayeta Qendîl û Hewlêrê li ser wan disepînin.
Li vir ji gazindên me ne ji Qendîlê û siyaseta wê ye. Gazindên me ji Hewlêrê û siyaseta PDK ye. Em dev ji Kurdên Bakur berdin (ji xwe wesayeta Qendîl û Hewlêrê ew kirin piçik û parî), ji Qendîl û PKK zêdetir, xwedîlêderketin û paraztina Kurdên Rojava erka Hewlêrê û PDK ye. Tu mafê Hewlêrê û PDK tuneye ku hemû Kurdên Rojava bi agirê PKK bişewitîne. Alîkarî û piştgirîya ku di dema xwe de Kurdên Bakur û Rojava ji PDK û Barzanîyan re kiriye, Başûrîyan nekiriye. PDK û Barzanî deyndarên Kurdên Bakur û Rojava ne. Di vê dema zîz de, di vê fersenda dîrokî de, heger PDK û Barzanî xwedî li Kurdên Rojava dernekevin, wê kengî derkevin? Heger Kurdistan tenê Hewlêr, Duhok û zaxo be, tu gotinek me ji wan re tuneye. Na heger Kurdistan çar parçe ye û Kurd jî miletek in, erkek netewî ye ku PDK û Barzanî hewlek pir mezin bide ku partîyên Rojava bîne cem hev, wan li dora maseyekê bicivîne û bi şandeyek yekgirtî berê wan bide Şamê. PKK yan PYD bixwaze yan nexwaze jî, divê PDK, Barzanî û ENKS bi israr herin ser wan û wan neçarî lihevhatinê bikin. Na heger îro PDK û Barzanî vê erka xwe ya netewî neynin cîh, wê PDK û Barzanî bi temametî rêz û giranîya xwe di nav Kurdan de winda bikin.
Bi kurt û Kurmancî; têkçûna Rojava têkçûna Bakur û Başûr e jî. Bakur ji xwe beravêtî bûye. Heger Rojava jî têk here, wê dor bê ser Başûr. Û aqûbeta Rojhilat jî girêdayî aqûbeta Bakur, Başûr û Rojava ye. Ji ber vê, divê her Kurdê welathez û dilşewat, divê her partîya welatperwer û xîretkêş xwedî li Rojava derkeve û partîyên Rojava neçarî tifaq û yekîtîyê bikin.
Dîko li ser Sûrîyê nirxandinek dîkane kir
Here Bexda, were Hewlêr
Xweş xeber e, lê me ne bahwer e