Lotikên xweş, pêşketinên baş

Pîrkemal

Kurdistan 5 parçe ye. Bakur dil e, Başûr kezeb e, Rojhilat Çav e, Rojava gurçik û Kurdistana Sor jî firşik e. Hemû hevdu temam dikin û laş û yekîneya miletê Kurd pêk tînin. Azadîya parçeyekî rê ji azadîya parçeyên din re vedike. Azadîya parçeyekî serxwebûna Kurdistana mezin nêzîktir dike. Ji ber vê, destkeftin û statuya her parçeyekî ji bo me pîroz e û bê virde wêde, bê hesabên siyasî û îdeolojîk divê bê destekkirin.

Rojava îro ji bo me xal û xeta sor e. Têkçûna rejîma Esed derfetek dîrokî ji bo Rojavayê Kurdistanê derxistiye holê. Ji bo ev fersenda sedsalî ji dest neyê revandin û Kurd li Rojava bê statu nemînin, çi ji destê Kurdan û partîyên wan ên siyasî bê, bikin. Bêyî berjewendîyên partîtî û îdeolojîk, bêyî lîztik û dek û dolabên siyasî. Divê berjewendîyên netewî û Kurdistanî di ser her tiştî re bên girtin û bi taybet partîyên sereke di vê pêvajoya zîz û girîng de rola xwe ya bilîzin, ne berjewendîyên xwe lê berjewendîyên miletê Kurd bidin pêş.

Her çiqasî nakokî û pirsgirêkên partîtîyê, yên neyartî û berberîya berê di nav hêz û partîyên me de hebin jî, divê van nakokî û pirsgirêkên xwe bincil bikin, li hev biborin, li hev bibanin û ji bo selameta pêşeroja Rojava bi aqlêselîm tev bigerin. Divê bizanin ku Kurd û Kurdistan ji wan û partîyên wan mezintir in û berjewendîyên netewî jî ji berjewendîyên wan ên siyasî û partîtîyê pîroztir in. Yanî, divê berî her tiştî bibin Kurd û bi Kurdewarî nêzîkî hev û nêzîkî doza azadîya miletê Kurd bibin.

Em bixwazin yan nexwazin, li gor dilê me be yan nebe, bi qîm û riza me be yan nebe, wê li Sûrîyê kevir ji cîhê xwe bileqin û yek ji wan keviran jî Rojava û Kurdên Rojava ne. Berjewendîyên Amerîka, Îsraîl û dewletên Rojavayî Sûrîyê neçarî guhertinê dike. Parçekirin dibe, sîstema eyalet û xweserîyên herêmî dibe, yan tiştekî din dibe nizanim. Lê heger Kurdên Rojava û partîyên sereke xwe nedin ser hev û bi yekdengî li Şamê nûnertîya Kurd û daxwazên Kurdan nekin, wê xelk li ser navê wan biryarê bidin û bi çarenûsa wan bilîzin.

Helbet tişt û pêşketinên xweş dibin. Bi Kurdan re yan bêyî wan, gavên baş tên avêtin.

Serokê Rûsyayê Wladîmîr Pûtîn cara yekem li pêşberî awira gelemperî ya cîhanê hebûna 30-40 milyon Kurd û bêdewletbûna wan qebûl û eşkere dike. Ev gavek baş e. Hem rê ji mafê Kurdan re vedike, hem jî heyfa xwe û Kurdan li Erdogan û Tirkîyê distîne.

Senatorên Amerîkî Chris Van Hollen û Lindsey Graham, ji bo paraztina Kurd û mafê Kurdan zixtê li Senatoya Amerîkayê dikin. Herî dawî Senatorê Amerîkî John Kennedy xwedî li Rojava û Kurdên Rojava derket û Erdogan bi têkbirina aborîya Tirkîyê tehdît kir. Kennedî ji Erdogan xwest ku Kurdan rehet bihêle û şerê wan neke. Ev gav jî li xêra Kurdan e.

Berdevkê Pentagonê Sererkan Pat Ryder, daxuyand ku ewê li Sûrîyê leşkirên Amerîkî zêdetir bikin û ewê ji Sûrîyê dernekevin. Ev jî bêguman mizgînîyek xweş û li xêra Kurdan e.

Piştî van gotin û pêşketinan, Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan gav bi paşde avêt û got ku pirsa Kurdên Rojava pirsa Hikûmeta Sûrîyê ye. Ev jî tê wateya ku wê Kurd û Hikûmeta Sûrîyê nakokîyên xwe di nav xwe de çareser bikin. Ev jî gavek baş bû.
Serokê Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî daxuyand ku „heger aştî pêk bê, wê çekdarên ku ne ji Sûrîyê ne Rojava biterikînin û jê derkevin (PKK jî tê de)„. Ev gav jî li xêra Kurdan e û hinceta ku „PKK li Rojava ye„ ji destê Tirkîyê derdixe.

Endamê Rêveberîya PKK Murat Karayilan jî bang li hêz û partîyên Kurd ên sereke kir û got ku “Divê tu kes di helwesta xwe ya niha de israr neke. Divê tu kes nehêle ku cudahîyên fikrî û îdeolojîk li pêşîya yekbûnê bibin asteng. Ne berjewendiyên rêxistinî, divê berjewendîyên netewî wek asas bên girtin“. Helbet ev jî li xêra Kurdan e (PKK bi ya Karayilan dike yan nake mijarek cuda ye).

Gava em bi giştî dinerin, ji bo Rojava û Kurdên Rojava pêşketinên baş dibin û ev jî fereca xêrê ye, ronahî û mizgînî ye.

About The Author