Neyartî ne çareserî ye kaka

Mihemed Soran

Hûn zanin, di nav me Kurdan de gotina “kurmê darê ji darê ye“ gotinek meşhûr û navdar e. Heger ne ji berberî, dijberî û neyartîya navxweyî bûya, belkî niha 10 Kurdistanên me hatibûn damezirandin. Lê berberî û neyartîyê hişt ku em Kurd nebin tiştek, bê dewlet û wek koleyên xelkê bijîn. Sedema vê yekê jî helbet lawazî û xavbûna hest û hişmendîya netewî ye.

Axir..

Neyartîya PDK û NYK, Barzanî û Talabanîyan bi dehê salan e didome. Yek serê xwe li ber yê din danayne, ev dibê ez, ew dibê ez. Berjewendîyên partîtîyê di pêşîya tifaq û berjewendîyên netewî de bûye astengek mezin. Neyartî û berjewendîyan hiştiye ku li Herêma Kurdistanê yekrêzî û tifaq çênebe û destê Kurdan hem li Bexdayê û hem jî li Enqere û Tehranê xurt nebe. Ev yek destê Bexda, Enqere û Tehranê li dijî Kurdan xurt dike di berjewendîya wan de ye.

Hevdîtina birêz Mesûd Barzanî û Mazlûm Kobanî (ji derveyî hinek xêrnexwazan) dilê hemû Kurdan xweş û dilê dijminan reş kir. Hêvîya tifaq û yekîtîyê da Kurdan û bû cîhê şanazî serbilindîyê. Vê hevdîtinê hêvîyek da ku têkilîyên partîyên her çar beşên Kurdistanê baştir û xurttir bibin û di çarçoveya berjewendîyên netewî de bi şêwir û mişêwir tev bigerin. Ev lotikek xweş û erênî bû.

Lotika duyem a xweş û erênî hevdîtina Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokê YNK Bafil Talabanî bû. Civîna ku bi armanca pêkanîna hikûmeta nû pêk hat û her du serok beşdar bûn, wek hevdîtina Mesûd Barzanî û Mazlûm Kobanî dilê me xweş kir û hêvîya tifaq û hevkarîya her du alîyan da Kurdan.

Dibêjin xirabkirin hêsan, lê avakirin zehmet e. Divê her Kurdê welathez, her Kurdê xîretkêş, her serok û rêvebir, hewldarê avakirinê be. Xurtî û serkeftina me di tifaq, hezkirin û rêzdarîya hev de ye wesselam..

Silêmanî

About The Author