Melle Cemîlê Mûşî
Înîsiyatîfa Melayên Kurdistanê ji bo yekîtîyê bangek berfireh li serkirdeyên nûnerên Kurdên Rojava û Herêma Kurdistanê kirin û lotikek pîroz avêtin .
Înîsiyatîfê diyar kir ku tevgera siyasî ya Kurd di qonaxek krîtîk re derbas dibe û divê gelê Kurd li gor berjewendîyên xwe yên netewî tevbigerin, “yekîtî” û “hevgirtinê” pêk bînin.
Melayên me bang li serkirdeyên qerase wek Serok Mesûd Barzanî, Fermandarê Giştî yê QSDê Mazlûm Ebdî, Serokê YNKê Bafil Talabanî, û hevserokên ENKS û PYDê kirin.
Melayên me yên germik û nermik, welathez û dilêşên Kurd û Kurdistanê, ji hemû serok û lotikvanan xwest ku bi hest û hişmendîyek netewî tev bigerin, ji bo yekrêzî û hevkarîyê li hev bibanin, dev ji berjewendîyên partîtîyê berdin û ji bo berjewendîyên netewî dest bidin hev, bi hev re çay û qehweyek Kurdî vexwin û piştre tirşikek Kurdistanî û têrgoşt bixwin.
Ez serê we neêşînim gelî mela û sofîyan, melayên me, ango Însîyatîfa Melayên Kurdistanê erka xwe ya welatparêzîyê pêk anîn û gok ji Serok Barzanî, Bafil Talabanî, Mazlûm Ebdî, Serok û Hevserokên ENKS û PYD re hiştin. Îcar wê ev serokên me bi gokê bilîzin yan nelîzin, wê golan bavêjin hev yan bavêjin dijmin nizanim. Piştî melayên me, îcar bar û erka giran dikeve ser milê Însîyatîfa Sofîyên Kurdistanê û divê ew jî serokên me bidin ber lotik û zîtirkên Alamanî wesselam.
Bangên Însîfatîfa Melayên Kurdistanê li jêr in. Heçê bixwaze biçe bihuştê û bibe mêrê 72 horîyan, divê bixwîne.
Mûş
Siyaseta şaş Bavê Teyar da kujtin
Neyartî ne çareserî ye kaka
Ma mêr ji Eyşika Ereb in keçko!