Bavê Cengo
Birastî pir heyf e, ez pir li ber Cuma Xelîl Îbrahîm (Bavê Teyar)ketim. Li şûna ku li ber kamerayan gef û zirtan li Romîyan bike, li şûna ku ji şervanên YPG re bibe mertal, wî dikarîbû hê gelek berhemên şano û hunera şanoyê ji Kurdan re wek mîrat bihêle û xizmetek mezintir ji ziman û çanda Kurdî re bike. Bavê Teyar bi zimanê xwe, bi şano û vîdeoyên xwe, bi qasî artêşekê xizmet ji Kurdan re kir. Îro xizmeta herî mezin, xezîne û gencîneya herî mezin, şoreşa herî mezin, paraztin û pêşdebirina ziman û çanda Kurdî ye. Miletek bi zimanê xwe heye, bi çanda xwe heye, bi mûzîk, tore û kevneşopîyên xwe dijî û li ser lingan dimîne. Heger Kurd heta çro winda nebûbin û zindî mabin, sebeba sereke xwedîlêderketina ziman û çandê ye. Miletên ku asîmîle dibin û zimanê xwe ji bîr dikin, zû dihilin, zû dimihin û ji dîrokê radibin.
Siyaseta şaş heta îro bi sedan, belkî bi hezaran mêr û jin, keç û xort, zarok û pîr û kalên Kurd belasebeb kiriye qurban. Artêşa ku xwedîyê bi hezaran çekdar e, partîya ku xwedîyê derfetên mezin in, çima xwe li pişt Kurdên sivîl vedişêre û Kurdên sivîl ji dijmin re dike qurban, heta îro kesî fêhm nekiriye. Dijminê ku ne dîn pê re heye ne jî îman, ne insanetî pê re heye, ne jî exlaq û wîjdan, hûn çawa dikarin Kurdên sivîl bişînin ber top û tenqên vî dijminê hov û xwe li pişt wan sivîlan veşêrin?
Vê siyaseta şaş li Bakurê Kurdistanê malik li Kurdan xirab kir. Bi saya vê siyaseta şaş zindanên Tirkîyê tije Kurd bûn. Bi saya vê siyaseta şaş tenê di xendekan de zêdeyî 10 hezar xort û keçên Kurd hatin kujtin. Heman siyaset li Rojava jî pêk tê, tê pêkanîn. Kurdên sivîl didn pêş, wan ji gur û keftaran re dikin êm û bi navê artêş û şervanên azadîyê xwe li pişt sivîlên Kurd vedişêrin.
Birastî ez li ber Bavê Teyar ketim. Hunermendek bû. Lê divê nehata lîztika hinekan. Divê girîngî û pêwistîya hunera xwe bizanîba, divê girîngîya ziman û çanda xwe bizanîba û zû bi zû xwe neda kujtin, yan xwe nedaba kujtin. Ew û kesên mîna wî ji Kurdan pê pêwist bûn, pêwist in. Divê hunermendên wek Bavê Teyar nekevin, neketina ber devê tifingê. Tifinga wan a herî mezin hunera wan e, xizmeta wan a hunerî ye. Lê mixabin ewên ku Kurdên sivîl, ewên ku hunermend û hunersazên Kurd didin pêş û wan ji dijmin re dikin hedef, ji xizmetê zêdetir zirarê didin miletê Kurd.
Werhasilî kelam, Bavê Teyar jî wek gelek hunermend û kedkarên ziman û çanda Kurdî bû bi qurbana siyasetek şaş, siyasetek bê wate, û siyaseta kujtina sivîlan û siyaseta berjewendîyên partîtîyê.
Oxira te a xêrê be brao, ma ezê çi bêjim..
Hêvîdarim tu li axretê jî neyê lîztika hinekan û ji wir jî neyê nefîkirin û tu sax..
Qamişlo
Mela temam, îcar dora sofîyan e
Neyartî ne çareserî ye kaka
Ma mêr ji Eyşika Ereb in keçko!