Gotina yekîtîyê bûye benîşt û qajik û ketiye devê herkesî. Herkes dibê yekîtî, lê kes destê xwe naxe bin kevir. Gotina yekîtîyê ji hinekan re bûye taktîk, ji hinekan re jî bûye henekpêkirin. Û ji kesên mîna min dilêş re jî bûye xewn û xeyal.

Hewce nake em dubare û dehbare bikin. Em tev dizanin ku sedema têkçûna me, sedema bindestî û parçebûna me bêtifaqî û bêrêzî ye, parçebûn û berberîya navxweyî ye. Bi ser ku em tev vê yekê dizanin, berjewendîyên malbatî, eşîrtî û partîtîyê rê li ber yekîtîyê digire û nahêle ku dostên me jî xwe nêzîkî me bikin.

Axir…

Berdevkê YNK Sadî Ehmed Pîrê lotikek yekîtîyê avêt û ragihand ku li gor rewşa hestiyar a navçeyê, yekrêzî û rêkeftina alîyên siyasî yên Kurdistanê baştirîn bijarde ye.

Berdevkê Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) Sadî Ehmed Pîrê, di civîna çapemenîyê de dest bi lotikan kir û got: „Yekane mifteya serkeftina me yekrêzîya Kurdistanê ye“.

Wey merheba!

Ma tu niha vê yekê dizanî kaka!

Heta bi mişk û pisîkên Kurdistanê jî dizanin ku mifteya serkeftinê yekrêzîya Kurdistanê ye canekem.

Lê ka yê ku bike, ka yê ku pêk bîne?

Xalê me Sadî Ehmed Pîrê, herweha hişyarî da û got: Kaka, ez bi serê Mam Celal bikim, heger alîyên siyasî yên Kurdistanê li ser avakirina hikûmetê li hev nekin, wê piştevanîya navdewletî û alîkarîya welatan ji dest birevînin. Nûnerê Kurdan Kurd bi xwe ne, ew ji me ne Kurdtir in“ filan û bêvan.

Aha gotina rast û xweş ev e:

Nûnerê Kurdan Kurd bi xwe ne!

Heger Kurd bi xwe tunebin û nûnertîya xwe nekin, kes ne kurê bavê me ye ku xwe li ser me bikujin û piştevanîya me bikin. Divê em hebin, em yekrêz û yekdeng bin ku xelk jî bixwazin, wêribin û karibin silavekê bidin me.

Ê de ya bi xêr…

Kerkûk

About The Author