Boksorekî zora sed siyasetmedarî bir

Nûrî Çelîk

Her çiqasî li Tirkîyê û hinek welatên din xort û keçên Kurd di beşên sporê de bi ser dikevin û serê me bilind dikin jî (newêribin li ser navê Kurdan bikin jî), ev yek bandorê li ciwanên din jî dike û di hest û hişmendîya wan de guhertinan çêdike. Li Bakurê Kurdistanê Amed Spor kêm yan zêde bandorek erênî û xwenasînê li xort û ciwanên Kurd dike. Ciwanên Kurd ji ber ku Amed Sporê wek tîma xwe, wek tîma Kurdan dibînin lê xwedî derdikevin. Heman tişt li Swêdê jî bû. Tîma DALKURDê bandorek erênî û Kurdî li xort û ciwanên Kurd kir û di xurtkirina hest û hişmendîya wan a Kurdî de rolek erênî lîzt.

Li Ewrûpayê û bi taybet li Almanyayê rewş cuda ye. Xort û ciwanên ku berê xwe dane werzîş û sporên din, bi taybet boks, hem bi ruh û hestên Kurdistanî û hem jî bi propaganda Kurd û Kurdistanî dostan ji Kurdan re çêdikin. Ne tenê dostan ji Kurdan re çêdikin, di ruh û hest û hişmendîya xort û ciwanên Kurd de tovên Kurdayetîyê, tovên netewperestîya Kurd jî diçînin. Bi alên Kurdistanê derdikevin pêşberî dijber û masmedyayê, dûrişmên bijî Kurd û Kurdistan davêjin. Xwe wek parçeyek ji Hêza Kurd (Kurdish Power) dinasînin. Karê ku gerek serok û siyasetmedarên me di qada navnetewî de bikirana, boksêr û spormenên me dikin. Lobîya ku gerek serok û siyasetmedarên me çêkirana, spormenên me çêdikin.

Bokserên Kurd agît Kabayel,Cîhat Akîpa ü Cemîl Karahan çend kes ji wan mêrxasan e. Fûtbolîstê Kurd Denîz Undav yek ji wan mêrxasan e. Hem di qada navnetewî de sporê dikin, hem jî bi serbilindî li nasname û ala xwe xwedî derdikevin. Bi vê yekê hem li nasname û Kurdayetîya xwe xwedî derdikevin, hem jî di qada navnetewî de xizmetê ji hebûn û doza Kurdan re dikin. Dostan ji Kurdan re qezenc dikin, bi rêya wan awira gelemperî ya Ewrûpa û cîhanê zêdetir xwe nêzîkî Kurdan dikin. Çawa ku li Başûr û Rojava Hêzên Pêşmerge û Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (YPG) pişta ÎŞÎDê şikandin û Kurd kirin Qehremanên Cîhanê, îro jî di qada sporê de xortên Kurd bi mêrxasî serkeftinên mezin bi dest dixin. Hem jî bi nasnameya xwe, bi ala xwe û bi Kurdayetîya xwe. Li vir gerek serok û siyasetmedarên me yên ku li Ewrûpayê virde wêde piyase dikin û ji quretî, zimandirêjî, zikreşî û berberîya hev pê ve tiştekî din nakin û şûr simbêlê wan nabire, van xortan ji xwe re bikin mînak, ji wan şerm û fedî bikin, dev ji çîrok û qehremanîyên salên berî 80î berdin, bi hest û hişmendîyek nû û çalak lobîyê bikin û dostan ji Kurdan re qezenc bikin. Wek dibêjin, li erdê beyar çandinî nabe. Pirêze li erdê ye. Divê ew erdê beyar bê cotkirin, pirêze bê pakijkirin û ji nû ve bê çandin.

Ez serê we neêşînim, spor û beşên sporê ji roja roj de ji alî piranîya welat û dewletan ve wek amûr û beşek ji beşên propagandayê hatine bikaranîn û îro jî bi heman armancê tên bikaranîn. Sînema, şano û hemû beşên ku amûrên propagandayê ne bi heman armancê tên bikaranîn. Divê em Kurd jî girîngîya van amûr û beşên spor û çandê bizanin û bi rêya wan hebûna xwe, mafên xwe û rastîya heq û hiqêqê xwe pêşkêşî awira gelemperî ya cîhanê bikin. Spormenên me di qada navnetewî de çiqasî biserkevin, wê Kurd ewqasî bi ser bikevin. Divê bi xurtî piştgirîya wan bê kirin, bi tenê neyên hiştin, xort û ciwanên Kurd teşwîqî hemû beşên spor û sînemayê bên kirin. Ne bi hest û hişmendîya spormen û lîztikvanên alîyek yan partîyekê, wek endam û ferdên miletekî bindest û welatekî dagîrkirî li wan xwedî bê derketin. Na heger ne wilo be, wê ew jî wek partîyên me yên îro biteqinin û bi serkeftinên nîvco û seqet dawîyê li temenê xwe bînin.
Bi vê minasebetê, ez şampiyonîya xortê Kurd Agît Kabayel û serkeftina Cîhat Akîpa, Denîz Undav û hemû spormenên Kurd pîroz dikin. Bi hêvîya ku wek miletê Kurd em jî wek Agît Kabayel di doza xwe de biserkevin û bi xelata dewletbûnê bibin şampinonê dinyayê.

About The Author