Jinên Kurd ên her çar parçeyên Kurdistanê gihan hev û lotikek bi navê “Konferansa Netewî ya Jinên Kurd” avêtin. Ev lotika pîroz ji alî Tevgera Demokratîk a Jinên Azad ve hat avêtin û 140 jinên Kurd be?dar bûn.
Ji bakur, ba?ûr, rojhilat û rojava jinên me yên germik û nermik be?darî konferansê bûn û lotikên pîroz avêtin, serê mêrên Kurd bera ber wan dan.
Îcar ez ji we dipirsim gelî lotikvan û doxînsistan:
Madem jinên Kurd karin bên cem hev û konferansek netewî pêk bînin, çima mêrên Kurd xwelîya heft gundan li serê xwe û partîyên xwe nakin û nikarin konferansek netewî pêk bînin ha? Law ma hatina cem hev û pêkanîna konferans an kongreyek netewî ewqas zehmet e keko? Ma hûn wek jinan jî nayên?
Werhasilî kelam, jinên Kurd carek din li çirra mêrên Kurd xist û qûça wan rakir. Heger birastî mêrên Kurd di doza Kurd û Kurdistanê de samîmî û dilpak in, bela berjewendîyên xwe yên ?exsî û rêxistinî deynin alîyekî, konferans an kongreyek netewî li dar xin, bibin yek û tirrê ji dijminên xwe berdin.
Yan na, bela ji jinên Kurd ?erm û fedî bikin û çarîya wan bidin serê xwe û hûn sax…
Amed
Cava jinen azad yabo?hinek dibejin,em namusa tu kesi ninin.ma rasti?serokè a girti u azada,ji berki,Anne turk,Baba ne bu kurd .u bi ziman Anne dibeji,bes ezè bo xatira sofi xelef kurdi bejim.zevacè be mar,yekheviya be bena.ya yabo ,ya.
ya reb hun sernekevin ….hun jinikên fitnecîne…ji seytaniyê pêve ji we nayê