Pismamê me Prahlad Janî yê 83 salî, lotikek ewqas mezin avêt ku ne dikeve serê zarokan û ne jî mirî?k pê bawer dibin.
Prahlad Janî, bi serê çêlekên Hindistanê sûnd dixwe ku ev 70 sal in xwarin nexwariye, av venexwariye û tenê bi „Yoga û enerjîya medîtasyonê“ li ser lingan maye. 70 sal bê xwarin û vexwarin haaaaa!?
Îcar ev lotika bêîman dikeve serê we yabo?
Li ser vê lotika pismamê me, doktorên Înstîtuya Fîzyoloyîya Netewî Dr. G. Îlavazahagan, pismamê me rakiriye nexwe?xanê û dest bi lêkolînan kiriye.
Rayedarên înstîtuyê rabûne çend qamera di oda wî de bi cîh kirine û her halê wî kontrol dikin. Dibêjin rebenê pismamê me ne dixwe, ne vedixwe, ne diçe avdestxanê û ne jî tirr û fisan dike.
Ti?tê em zanin sînorê birçîbûnê herî zêde 70 – 100 roj in. Lê 70 sal?
Îcar hûn bi qedrê Mahatma Gandî û çêlekên Hindistanê kin, hûn ji vê lotika qerase bawer dikin?
New Delhî
pismamê me duxaze bibe miroveki piroz li welatê hindistanê