Wek me berî niha jî nivîsandibû, li bajarê Mûglayê Tirkê bi navê Enver Yalçin nî?ana herdu kerên xwe çêkiribû û amadekarîya daweta wan dikir. Lê ew roja pîroz hat, Enver Yalçin begefendî dawetek kesanedî li dar xist û herdu kerên xwe bera ser hev dan, bi emrê Denîz Baykal û qewlê Devlet Bahçelî ew zewicandin. Dawet bi hella hella, bi ala Tirkî û strana “ e?ek soxtî e?ek e, îman oldî teneke“ germ bû.
Dibêjin di dema mehrbirrînê de melleyê Mûglayê ?a?ik daye serê xwe û hatiye li ser masê rûni?tiye. Melle berê ji kerê nêr pirsîye:
„Kuro kero, min di te kiro, tu dixwazi bi makerê re bizewici oxlim?“
Kerê nêr ziriyaye, toz û dûman bi ser serê xwe xistiye, xiyarê xwe metro û nîvekê li bin zikê xwe xistiye û gotiye:
„Aaaîîîîîîîîîî, ez dixwazim law melle, ez dixwazim oxlim, wî!“
Melle pi?tre ji makerê pirsîye:
„Keçê kezîkurê, tu dixwazi bi kero re bizewici rebenê?“
Makerê gotiye:
„Ê welle çi bêjim melle, dinya mirin e, bê xiyar jî jiyan name?e ha“ û bi dengekî biling ziriyaye, qebûl kiriye.
Werhasilî kelam, kero û kerê zewicîn û gihan meqsed û miradê xwe gelî xwendevanan.
Bi kurt û Kurmancî:
Kerekî du ker zewicandin û hûn sax….
Tirkiye
Ku mêrik ker nebuya, nedibu hevalê keran. û hun sax.
va ezê kitêba sor ya hukmê kera buxwînim ya misto ba?a nivîsani ye bê cayize ya na ko ker bizewicin
kuze kere mekene xire ker pur pe sha u xeshe