Dawetên e?îran bê qelen û xelat nabe hûn zanin. Hem jî qelen û xelatên mezin. LÊ xwedê ji wan razî be e?îra Jîrkîyan ew adet terk kirin û gotin: Ji qelen û xelatan re êdî bes e!
Berî niha axayê Jîrkîyan Mehmet Adiyaman ji çapemenîyê re gotibû „emê qelen û xelatan rakin“ û mizgînîyek xêrê dabû xortên azib.
Her çiqasî kesî bawer nedikir jî, lê xuyaye axayê Jîrkîyan soza xwe anîye cîh û di zewac û daweta vê dawîyê de ne qelen stend, ne jî xelat.
Werhasil, dibêjin niha xort û keç ji kêfa re lotik û zîtirkan didin xwe û bi rakirina qelen û xelatan pir kêfxwe? bûne. Ê helbet canim, qelen û xelatên giran malik li xort û keçan û li zewaca wan viritandibû. Ji ber qelen û xelatên giran keç di mala bavê de diman û xortan jî bi alîkarîya kerên welatperwer îdara xwe dikirin. Lê dibêjin wê ji îro û pêve zewac hêsantir bibe û xort û keç jî di mala bavê xwe de nemînin û neperixin, nebin wek sêv û hirmîyên xerabe.
De xwedê vê xêra Mehmet Adiyaman û e?îreta Jîrkîyan qebûl bike û aqûbet li serê e?îrên din be jî rebbî..
Colemêrg
Weyyyyy, bi rastî jî lotikeke pir welatparêz e lo. Law bi van qelen u diyariyan xort u kechên kurd nikarin ku kêfê li hevdu rakin u zarokên qerase chêbikin babam. Ê cîgerim lotikvanino, ma dewleta tirkên dolheram u kunek jî (rêz u hurmet jibo kunekên me haaa) naxwaze ku kurd zarokan chenekin. Ma ji bo ku zarokên kurdan chênebin, dermanan bi zanetî nadin jinên kurd, bêyî ku haya jinên kurd ji van bê baviyan hebe hi? Loma jî qerdashim, bila bijî zewaca bê qelen u filan u fistan.
wellehî baco mêerka ti?tekî xêr kirine ez destê wî maç dikim
în?ala emê jî yekê peydkin
brasti ji gelki tahb di ber xortan dayi kerên welatparez.xwes xebere me ne bawere
Jirkiyan veki navè xwu bun jir.ser xerè.icar dor hat tihsden din.agbet li ser Blikan u Xerkiyan.
welehi mer weki jirka tune derbe zelama di wanake heye bla kes nebeje.camera dijminantiya xwe ji meranti dikin u dostanya xwe ji
ji birwe nekin welehi beri sale 85 an devlet nekanibu mektebe u karaqol ava bikin ma derewe
xera apociyan devlet wanake silah daye u ija heta we deme welehi welatparez e heri fedakar bu.ija mixaben em ci bikin care apociyan malik li Kurdan xerab dike