Camêrek ji Gevera Hekariyan diçe Stenbûlê. Li Stenbûlê di demek kurt de
gelek dewlemend dibe. Ji bo ku dewlemendîya xwe nî?anî mirovên xwe bide,
ji xwe re tirinbêlek BMV modela herî dawî û nipûnû dikire. Pêncerên xwe
vedike ku ber bi Geverê bi rê keve, zirkêtkek (kermozek) dikeve tirinbêla wî.
Yê Geverî bi vê yekê diqehire, hema zû bi zû camên penceran hildide jor û qilîmayê
jî vedike da ku zirkêtik nêzîkî wî nebe û pê li gazê dike. Heta bajarê Wan ê penceran
venake. ( Heke di rê de muhtacîya wî bi ti?tekî heb ajî hema zû derdiket û derî digirt).
Li bajarê Wanê caman tîne xwar û ji zirkêtkê re dibêje: “ Te dixwest tirinbêla min qirêj û (gemarî) bikî ne, dê bixwe. Min tu bi suwarî anî heta vir. De vêcar peya here Stenbûlê ca hi?ê te bê serê te min di te kirêêêêêêê!“
min tisht fêm nekir yaoooooooooooooooo!!!