Tê gotin ku xwedê rojekê biryarê dide ku teqawit bibe û yekî bike ?ûna xwe. Radibe
gazî Dawût, Mûsa, Îsa, Mihemed pêxember û Melekil Tawiz dike ku yek ji wan cihê wî bigire û bibêje ez bûme xwedê.
Dawut pêxember dibêje: “ Min got ez qasidê xwedê me, kesî ji min bawer nekir, belayên mezin anîn serê min. Ez ji çavên xwe û ronahîya dinyayê mehrûm kirim. Heke ez bêjim ez xwedê, me wê qerase û singan têxin min”.
Mûsa pêxember dibêje: “ Min got ez pêxemberê xwedê me, min emrên wî ji bo we anîne, Firewûnan ez û miletê min kirin kole. Heta ez jê filitîm ava re? di çavên min de hat. Heke ez bibêjm ez xwedê me, wê la?ê min hûr-hûr bikin û bavêjin ber segan”.
Îsa pêxember dibêje: “ Min got ez kurê xwedê me, ez li çarmixê xistim.
Heke ez bêjim ez xwedê me wê, min wek hirîyê veçirînin”.
Mihemed pêxember got: “ Min got ez resûlê xwedê me, ez ji welatê min derxistim,
diran û çena min ?ikandin . Heke ez bêjim ez xwedê me, wê min bikin ecîn û kofte”.
Melekil Tawiz got:: “ Min got ez melekê xwedê me, mamhostayê meleka nim, heta niha jî naletê li min dikin û keviran li min dibarînin. Hema di cihê xwe de rûnê, kes nakeve cihê te û ji bo te teqawitbûn nîne û hew”.
Ma kes kare vî gunikreşî bigire
Piştî tirê kezîkurê
KULA DİLÊ KURDAN…!