Hûn zanin, jahr bi xwe enerjî ye. Ji ber ku enerjîya mar û dûpi?kan ji enerjîya mirovan zêdetir, xurttir û dijwartir e, gava mar yan dûpi?k bi meriv vedidin, meriv dimre û qû? li meriv diqete. Çima? Ji ber ku jahra mar û dûpi?kan (yanî enerjîya wan) zora enerjîya meriv dibe.
Axir, mesela me li ser jahra mar û dûpi?kan û dermansazîya xalê me Muhammed ?êrzad bû.
Li bajarê Çarîkar a eyaleta Parvan a Afganistanê, xalê me Muhammed ?êrzad ne?xwe?xaneyek germik û nermik vekiriye û bi 10 dolaran xelkê feqîr derman dike, çareserîyê ji derdê wan re dibîne. Lê dermanê xalê me Muhammed ?êrzad çi ye hûn zanin? Jahra mar û dûpi?kan.
Xalê me Muhammed ?êrzad, hinek geya û nebatan tev li jahra mar û dûpi?kan dike û bi vî dermanî derdê bê derman jî çareser dike.
Li ser bextê Afganan be, dibêjin mar û dûpi?kên Afganistanê ji ber xalê me Muhammed ?êrzad dane kerambera û ketine helakê. Hema Muhammed ?êrzad mar yan dûpi?kan li ku bibîne, hema derzîyê di dev û qûna wan de radike, jahra wan dik?îne û wan ji mêranî dixîne.
Îcar tembîya min li we be qurban. Aha textorê mirinê li Afganistanê eyaleta Parvan bajarê Çarîkar e. Navê wî Muhammed ?êrzad e û qeraseyekî zilama ye. Heçê kanser û manser, jana zirav, tawîbûn û bawîbûn pê re hebe, 10 dolarên xwe têxin bêrîka xwe û berê xwe bidin Afganistanê.
Lê binerin, Talîban û sofîkên Afganistanê qûnê li we biqetînin ne sûcê me ye haaaa, okey! Pi?tre nebêjin Lotikxanê em anîn provokasyonê babam…
Kabîl
Emrê xwedê daye me bese nehewcêye em herin afganistan, dawi em u talibano hew b?d?n ber kêran ija f?l?t?nê me tuneye qarda?im
brêz raca xan dawi j? me t??tek bibe em te b?d?n dadgeha lotikxane j? ber ku tu me ani provokasyonê :))
rajtiji li ser deriyê ezaxana u cê dermana, risme mar heyi bala min geleki kisand.li gori min dermanê mirinê avi.