Hesen û belek

Navê kûcîkekî belek bû. Merivkî saf û tembel jî hebu navê zîlêm jî Hesen bû. Hesen jî bêkar û tiral bû, nedixebitî.

Tew li gundekî bûn. Her roj pîreka wî digot: „Bixebite pepûko“ û seravde didan mêrê xwe. Hesen jrojekê got: „Êdî bes e, ezê bixebitim“ û ji xanima xwe re gotîye „ka gayê me yê re? emê ?erjê kin“ û gayê res ?erjê kirin.

Hesen dawî girt go?tê gayê re? bir ser kanîyê ji bo bifro?e. Ma heta derend, kesî go?tê ga nekirî û kûçikê belek jî terîya xwe li ba dike, birçî ye û dilê vî jî dere go?t.

Hesen radibe ji kûçik re dibê:“Binere belek, ezê gostê xwe bifro?im te“ û belek jî terîya xwe li ba dike. Hesen radibe go?te xwe gî?tî dide belek û dibê: „Binere belek, ezê roja Çar?eme bêm rajim perê xwe ha“. Hesen go?te xwe da belek û çû malê.
Pîreka Hesen ji Hesen re got: „Êêêêê,  ka te çawa kir mêrik?“ 

Hesen got: “Min go?tê xwe firot belek, roja Çar?emê ezê herim perê xwe bînîm“.  

Werhasil, bû Çar?em û Hesen çû ser kanîyê. Kêfa belek hat go qey Hesen dîsa gost anîye. Hesen ji belek re got: „De ka perê min qurban“. Belek dîsa terîya xwe li ba kir. Ê belek kûçîk e, belek û pere ji hev re çi dibêjin. Hesen hêrs bû, rahi?t darek dirêj û kalind û bera ser bi?ta belek da. Rebenê belek bû tirre tirra qûna wî û revîya, ji tirsa xwe xist binê ?ikeftek tarî.

Tu nabê tenekak zêr li hundirê ?ikeftê ye. Hesen jî li dûv wî dere, dikeve ?ikeftê û dinere wa teneka zêr li binê ?ikeftê ye. Radibe dibê: „Belek, ewqas zêrê te hene û tu heqê xwe nadi, binere ez heqê gayê xwe tenê digirim“ û belek ji tirsa hew hewa wî ye. Halbûkî hayê belek ji zêran tuneye, ji tirsa rihê xwe ket ?ikeftê. Hesen heqê gayê xwe digire û dere malê.

 Pîreka wî dibêje: „Mêro, kanî heqê gayê re??“

 Hesen dibê: „Aha ji te heqê ga“.

Dema zêran dibîne, çavên jina wî wek zotika mirî?kê fireh dibin û dibêje: „Kuro te ev zêr ji ku anî Heseno?“

Hesen dibê: „Bi xwedê tenekak zêrê belek hebû, min heqê gayê re? girt û ez hatim“.

Êvarî jina Hesen bero?ek kutilk çêkîr, lê hayê Hesen jê tuneye ku jina wî kutilk çêkîriye. Jina Hesen bero?a kutilkan li ser tavo?kê danîne. Hesen jî derdîkeve derve û tê ji pîreka xwe re dibêje: „Keçê kutilk barîyane bavo“ lê jina wî deng nake. Jinik dibê:“Ê de heydê em herîn zêrê belek bînin“.  Hesen û jina xwe derin teneka zêran ji ?ikeftê derdîxin û tînîn malê.

Dibe serê sibê, Hesen dere nav gund û dibê:“Kuro min teneka zêran dîtîye û anîye malê“.  Gundî tev tên ber derîyê Hesen, ji pîreka wî re dibêjîn:“Peppûk, peppûk, peppûk, we tenekak zêr dîtîye û anîye malê“.

Pîreka Hesen jî dibê:“ Herin ji Hesen pirs bikin û bêjin te kîjan ?evê  teneka zêran dîtîye“.

 Gundî dizîvirîn ji Hesen pirs dikin: „Kuro kîjan ?evê te teneka zêran dîtîye Hesen?“

Hesen jî bersivê dide û dibê: „ ?eva ku kutilk barîyabûn“.

 Jina wî ji gundîyan re dibê: „ We dît ne,  binerin Hesen dîn e, ma kutilk dibarin gelî gundîyan?“

 Gundî jî dibên: „Birastî jî Hesen dîn e, ma kutilk dibarin law“ û gundî dîzîvirîn diçin ser karê xwe.

Werhasilî kelam, teneka zêran ji Hesen û jina Hesen re dimîne.  

Îcar carna ehmeqî û teradînîtî jî pere dike gelî xwendevanan. Lê gerek jinek wek jina Hesen biaqil jî li pi?ta wan bêaqilan be ha. Yan na, bi serê min û we, wê ji rew?a serok û siyasetmedarên me xerabtir bê serê wan ehmeqan.

Gelo jinek wek jina Hesen li pi?ta her siyasetmedar û serokên me bûya, hûn dibên wê rew?a me îro ne ba?tir bûya?

Kurdistan

About The Author