Gabar Çiyan Pirsa Kerkûkê û Şemo
|
Adil Dûran Seretayên exlaqî |
Bavê Welat Ku melle tir kir |
M. Elî Efrîn Kî ji Xwedê ditirse? |
Bavê Ronahî Keça Ebdila |
Lezgîn Şêxo Ez jî bûme Kurd
|
Kezebperitiyo Serdana Somal
|
Lokman Polat Xelata Nobelê û Orhan Pamûk
|
Selîm Acar Hilbijartina nava
|
Evdo Dîno PDK-YNK-Kerkûk
|
Dilsotî Erê Mamoste
|
|
Ev nebû yekî din, yek din nebû yekî din!
Şemal Amedî-03/12/06-Hollywood- Stêrka flîm û seksê, lotikvana memikmezin, zinêkare kemilî Pamela Andersson dîsa mêrê xwe berda û ket kemînê. Andersona ku ew bi xwe jî nizane bê hetanî niha çend mêr kirine, wek çêleka nav garanê ji gonxwarinê têr nabe û hema li ku yekî betal dibîne lotikekê li wî dixe. Me xwe bi telefonê gihand zinêkara meşhûr û jê pirsî: Keçê porkurê kezîkurê, te mêrê xwe Kîd Rock berda, ma ev bû mêrê çenda? Xuyaye mêr xwe li ber lotikên te nagrin, te go çi? Bû tîq-tîqa wê û bersiv da: O yes yes..Keçê qûneko bi kêrî pîvazekê nedihat haa! Salên berê nayê bîra min, lê sala çûyî zêdeyî 365 kes wek gayê ber cot di ser min re derbas bûn, ez hûrhûrî kirim. Îsal jî hema bêje 300 qirasên zilaman ez dame ber haletê xwe bawerim. Keçê pepûkê ma ku zik û çav birçî be meriv çi dike? Helbet wê meriv bixwe, wîîî! Ma xeşîmên wek te çi ji jîyanê fêhm dikin lêêê!” û xatir xwest. Ya starrrrr! Di nava du salan de 665 xiyar û halet! Errrrreeeeeeek! Cara duyem sêwîk anî
Rozê-02/12/06-London- Li gor pisporan bûyerek bi vî awayî kêm tê dîtin. Li Brîtanyayê Vîckî Bourneya 32 salî berî çend salan sêwîk (sê zarok) anîbûn dinyayê lê hersê jî miribûn. Îsal dîsa ket bet halê xwe û dîsa sêwîk anîn. Ev bûyer li Brîtanyayê bû mijarek girîng. Li gor pispor dibêjin, li dinyayê ji 40 milyon û 960 hezarî tenê îhtîmalek heye ku jinek sêwîkan bîne. Li gor pirtûka rekoran a Guînnessê jina ku herî zêde sêwîk anîne dinyayê jinika Îtalî Madelene Granata ye. Granata di navbera salên 1839-1886an de tam 15 carî sêwîk anîbûn dinyayê û heta niha kes negihaye wê. De îcar hesab li cem we. 15 carî sê zarok sê zarok! Hema bi namûs niha rebenê wek kirasê hîzar gotiye “çîîîîîîîrrrrrrrrrrrrrr” û çiryaye lo, wey! Gelî xebernîgarên Lotikxane azîz û xoşewîstekanim. Faris Kilso-01/12/06-Ewrûpa- Roja we xweş be, gelî xebernîgarên Agency Reuter Lotikxane azîz û xwşewîstekanim. Gelî mirovan! Lazime li ser kesê misilman ku berê xwe bide qublê, yê Êzîdî berê xwe bide Laleşê, Mesîhî berê xwe bide Qudsê, Cihu berê xwe bide dîwarê serhejînekê, bi yek dengî niyaz bikin ji wî kesê ku Înternet çêkiriye û bûye derfet jibo rojnamên mîna Lotikxane ku qûna reş û spî ji hev cuda bike û serê keçel ji bin kum derxe..Berdewam wêne bitikînin.. Mala Xwedê ava, Xwedê Dr.Îbrahîm bike zava!
Gulnaza Torî-01/12/06-Parîs- Hûn zanin ku Kurd hemi zimanzanin ne wilo? Kuro di nava me Kurdan de kesekî ku tiştekî nizanibe tuneye ha, weyyyyyy! Lê bi namûsa Turkmenên Kerkûkê îcar zimanzanekî rasteqîn, xurt, lotikvan, pispor, doktor û hem jî ji Dêrika Çiyayê Mazî got “selamunaleykum” û serê xwe hilda. Kuro tu her bijî lawkê Dêrikî! Bi telaqê Kurdên Ewrûpayê îcar emê karibin bi serbilindî bêjin “zimanzanên me hene û aha ji we re Dr.Îbrahîm Seydo Aydogan”, wey! De neyse em dev ji henekan berdin. Dibêjin kekê me, xortê ciwan û nûhatî, kilê çavê qîz û keçên Ewrûpî Îbrahîm Seydo Aydogan, xebata xwe a doktorayê bi serketinek mezin qedand û bû Doktorê Ziman û romana Kurdî. Yanî,bû zimanzanekî heta hûn bêjin bes allahwekîl! Aydogan doktora xwe li ser “Di romanên Kurdî de dem, hevokên kompleks û lihevkirina deman” çêkir. Em wek lotikvanên Lotikxanê kekê xwe Dr. Îbrahîm Seydo Aydogan pîroz dikin, hêvîdarin ewê rê li ber zimanzanên zimannezan bigre û berhemên hêja dîyarî xezîna çand û zimanê Kurmancî bike. De serketin qurban!
Daxuyanîyek ji Komela Hevaltî
Şêxo Bûrçak-01/12/06-Almanya- Birêzan…… Her weku hûn jî dizanin, me Kurdên koçberîyê ji bo kar û xebata xwe ya netewî û civakî gelek sazî û dezgehên xebatê li Ewrupê ava kirine. Hevaltî ji yek ji wan sazîyên netewî ye ku ev 25 sale li Almanya bajarê Kolnê kar û xebata xwe bi alîkarîya we û endamên dilsoz dimeşîne. Em ji bo vekirina cihê nû yê Komela Hevaltîyê di roja 06.12.06an de we dewetî kokteyla vekirinê dikin. Bi hatina we emê kêfxweş bibin. Tev silav û rêz
Nav û Nîşan Bunsen Str.7/ 51145 Koln-Porz Demjimêr: 17°° Agirpêketê namûs û heya nehişt
Şemal Amedî-30/11/06-Hollywood- Waweylê waweylêê! Kuro ev pere û dewlemendî çi tîne serê mirovan hûndibînin ne? Wey tifûûûûû! Lotikvana navdar û lezbîyena agirpêketî Brîtney Spears ket ber bayê Parîs Hîltona zinêkar û xwe winda kir. Piştî ku Brîtney û Parîs Hîlton bûn hevalên hev, Parîsê Brîtney jî kir weke xwe û ew bera çolê da. Herdu xanimên agirpêketî êdî nema derpî û binderpîyan jî li xwe dikin û kewara xwe bera çolê didin. Hefta bihurî Parîs Hîlton jî bêderbî hatibû girtin û kewara xwe derxistibû mazatê. Lê bi ser ku kesî ev hêvî ji Brîtney Spearsê nedikir, xanimkê rabû perda şermê ji ser xwe avêt û wê jî wek Parîsê kewara xwe a mewîjan derxist bazar û mazatê. Welhasil, xwezî ji mîrê keremê re we xwe li Kurdistanê yan li Îranê bera çolê bidaya. We yê wî çaxî derbên lotikvanan bidîta, ma emê piştî vê seetê çi bêjin heyran...Dinya bûye berdî berdan û hew! Bi navê azadîya jinê çi tên kirin û çi nayên kirin, axxx axxxx! Demokratîk Cimhûrîyetê (!) pêl serê zarokên jinbavê kir
Ihsan Polik-30/11/06-Serê Kaniyê- Belê, em Kurd biaqil nabin û dijminên xwe nasnakin bavo, qey ev jî qedera me ye! Bi telaqê jinberdanê ji îro û pêve ez jî bi Lotikxanê re me û xelas! Gava Lotikxanê digot “kuro lawo em û Tirk nikarin bibin brayên hev, gur û mîh nabin brayên hev, ew ji dola dêlika asenayê ne” me henekê xwe bi lotikvanan dikir. Lê bi namûs êdî ez ji îro û pêde îdeolojîya “Tirk Kurd kardeşlîgî” û “Demokratîk Tirk Cimhûrîyetî” tavêjim teneka zibil û dibim lotikvan! Erê lo, de binerin bê ev brayên ji dola dêlika asenayê çi tînin serê “enternasyonalîst DTP kardeşlerîmîz”. Dadgeha Giran a 6. a Amedê rayedarên DTP (Demokratîk Turk Partisi) Halit Kahraman, Salih Saglam û A.Kadir Firat dan ber pehîn û lotikan û her yekê ji wan şeş (6) sal cezê hepsê li wan birrî. Çima? Jibo ku beşdarî meş û çalakîyekê bibûn. Êêêê! Îcar em ji sayin DTP lîleran re çi bêjin gelo? De hema emê bêjin, “heyfa kurê bavan ku Kurdên bakur dikin brayên zarok û cewrikên dêlika asenayê!” "Jîyana bê xiyar nayê kişandin!"
Rojda Aydin-29/11/06-Stenbûl- Mankena bejindirêj, seksî, agirpêketî, doxînsist û lotikvan Tugba Ozay gazindên tenêbûnê dike û ji çapemenîyê re dibêje, “ bi mehane ku ez bi, hirç û fîlê xwe ê lastîkî re radizêm. Tenêbûn zehmete, jîyana bê zilam ne tu jîyane, go xiyar di nava cacîqê de tunebe nayê xwarin” û filan. Xuyaye xanimê ji kerbê xiyarekî kewişîye û hindik maye beroşa wê bifûre. Ê keçko, perê te hene, mal û milkê te heye, bi namûs tu şevekê tenê jî bê xiyar û tirozî namîni, îcar ev çi mahne û seravde ne peppûkê? Yanî jibo ku tu têkevi rojevê sebra te nayê tu behsa xiyarê zilaman neki ne wilo? Madem jîyan bê xiyar nayê kişandin, de ka navnîşana xwe bide me û te îş pê tune...Bi telaq wê şev nîvê şevê xiyarekî Lotikxanê li devê derî di emrê te debe û temam!
Êdî Tirk li kolanan dizên
Şîlan Sermend-29/11/06-Berlîn- Dibêjin ahê cîranan ji cîranan re namîne. Îcar ev jî mesela me û Tirka ye. Tirk henekên xwe bi Kurdan û zarokanîna wan dikin û dibêjin “Kurd hesabê nifûsê nakin û hema wek kîroşkan zarokan tînin” û filan. Îcar gava meriv li Tirkan û li jinên wan dinere, dibîne ku zarokek di erebê de ye, yek di destan de ye û yek jî di zik de ye. Yanî, her salê miheqqeq zarokek li devê derîyê Tirkan zêdetir dibe. Welhasil, li bajarê Berlînê jinek Tirk li kolanê za û zarokek jê re çêbû. Dibêjin jinikê negihaye xwe bighîne nexweşxanê û hema di nava xelk û alemê de, li kolanek meşhûr zaye û gava serê zaroka wê derketiye yekser gotiye “ne mutlu Turkum diyene” û kiriye zirezir. Erê lo, di vê zabûna kolanê û di nav xelk û alemê de namûsa jin û mêrkê Tirk bû pênc qirûşên xerabe û hûn sax.... Fîşeka wî qelp kir
Ehmed Kurdî-28/11/06-Edene- Xuyaye êdî li Tirkan ranabe. Li bajarê Edenê keçikek 16 salî (S.G) cîranê xwe ê şifêrê teksîyê da mehkemê û lotikek lêxist. Keçik di mehkemê de dibêje, “ cîranê me ez bi teksîya xwe birim nav bexçe, demançe xist serê min û ez mecbûrî xwetazîkirinê kirim. Piştre min xwe belbelotî kir, lê jiber ku li wî ranebû û xiyarê wî perçiqî bû, îcar bi tilîya xwe perda keçkanîya min qetand û ez herimandim” û filan bêvan. Îcar ê şifêr Îbrahîm Mûratoxlûyê 50 salî jî dibêje, “kuro dev ji wê gewendeyê berdin, piştî min perde qetand û pêve ha xiyar û ha tilî ma ferq çiye” û nemêrîya xwe eşkere dike. Hûn zanin bê kesên ku li wan ranabe çi tê serê wan? Qûnek dibin qûnek! Yanî, Tirkan dev ji pêş berdaye îcar dest bi paş kirine haaa..Xuyaye ewê paşûpê têkevin Yekîtîya Ewrûpayê.. De a bi xêr.. |
Bi telaq me zanîbû keşe qûnek dibin!
Sofî Xelef-02/12/06- Erê kuro! Bi mehane qîrewîra me bû û em digot, „kuro lawo rojek berî rojekê van Keşeyên Dêrên Katolîkan bizewicînin berî ku bazdin ser xelkê yan xelkê bera ser xwe bidin“ lê Kardînal û Papayê Vatîkanê guhdarîya me nedikirin ha, wey! De bixwin îcar, de binerin bê keşeyên we çawa qûna we belbelotî hev kir û hûn di nava alema dîndar de rezîl û riswa kirin! Erê lo, li Amerîkayê bajarê Los Angelesê Dêra katolîkan mehkûmî 60 milyon dolarî bû û wê tam 60 milyon dolar bidin 45 kesên ku keşeyên dêrê bazdabûn ser wan. Wek tê zanîn ji sala 2000î û virde Keşeyên Dêra Katolîkan dest avêtibûn namûsa 45 zilamên qûnek û namûsa wan anîbûn pênc qirûşên xerabe. Piştî ku zinêkarî eşkere bû, îcar wê niha dêr 60 milyon dolar heqê çirvirandina 45 zilaman bide wan. Ma ka jê xweştir babam? Hem qûnektîya xwe bikin û hem jî milyon dolarên xwe bistînin! Xêra Xwedêye allahwekîl! Başe ku melle û şêxên me karin bizewicin û ev doxînmiftekirin di nava dînê me de tune, yan na ma hûnê bê wê ên me wek Keşeyên Dêra Katolîkan bikirana? Bi telaq wê dinya bidana ber xiyarê xwe dinya loooo! Karaoglan kir tir ma dora Sarioglan!
Polat Erdem-02/12/06-Izmîr-Serokê Partîya Çep a Demokratîk (DSP) Zekî Sezer li bajarê Zonguldakê bi pankartên (Hêvîya me Sarioglan) hat pêşewazî kirin û tirreko di xwepêşandanê de çirand û çirvirand. Wek hûn zanin, DSP partîya Bulent Ecevît bû û Ecevît jî wek Karaoglan hatibû naskirin. Sarioglan di xwepêşandanê de çend lotik avêtin û got, “ kesên ku komara nûjen û demokratîk bikşînin hinek alîyên din wê di teneka zibil de winda bibin” û çîrok mîrokin gotin. Ehmeqên ku jê re li çepikan dixistin diziriyan û digotin, “di rêya Atatirk, bi şewqa Ecevît e, bi te re ne ey serok Sarioglan” û dikirin ewte ewt. Ûlan ewladim, me çi ji Karaoglanê bêdûnde fêhmkir ma dora Sarioglanên mîna te qûnek haa! Kuro lawo hema Karaoglan şagirtê Ismet Înonûyê xayîn Kurd bû, wek bêjîyan jîrek û kone bû, lê Sarioglanên mîna te şagirtên kê ne gelo? Li gor ku tu zerik î, çavên te jî kesk in, nebe tu jî ji Selanîkê bi oxlim? De herrrre ûlan! Ne Sarioglan ne Karaoglan, ji xwe kesên ku gotina “oglan” bi dû ket, bizanibin ku qûndene û xelas! Mûrad Ciwan jî di xew re birin, weleddd!
Kurdo Dihokî-01/12/06-Dihok-Dema we xweşbe xwedîyên Lotikxanê! Bi nameya xwe re wêneyê Mûrad Ciwan ji we re dişînim û dixwazim lotikekê li xwe û li xwendevanan bidim. Mamoste Mûrad Ciwan berpirsiyarê Netkurdê ne tenê nivîskar, sîyasetmedar û rewşenbîr e, lê li vê dawiyê ew di Partîya Xwegîrên Kurdistanê de dibe endamek aktîv jî. (Hûn nizanin ev çi partîye ne wisa?) Bi serê dapîra we kim, ev partî tam 15 salin li başûrê Kurdistanê ava bûye û di hemi civîn û kombûnên mezin û sîyasîyan de endamên wê hene. Lê yên herî aktîv û xwedî payeyên bilind di nav parlamenê de hene, jiber ku ew cihê duristkirina pêşeroja vî gelî ye, lewma jî xew li wir pir xweş e. Di gera xwe ya Kurdistanê de Mamoste Mûrad Ciwan tev li Festîvala Dihokê ya rewşenbîrî û her wisa Festîvala Gilavêj a li Silêmanîyê dibe. Di K-TV de, dema ew li Dihokê bû, bi xweşî û çavcinî di nava beşdaran de dixuya. Lê li Silêmanîyê xewa wî hatiye û bûye xire xira wî û ketiye xewê. Bawer dikim Silêmanîyan ji wî re gotine „Serçinar pirr xweş e û ger meriv li wir razê, wê bikeve xewek ebedî û ji zir û vira peyvên Kurdî û serêşa rewşenhizirîya partîyên Kurdî bifilite“. Lê wî nehişt bigehe Serçinarê, di nava millet û zep zepên xwedî gotin de kete xeweke kûr ş silav ji xwendevanên Netkurdê re şandin. Ê yabo bi telaq ez jî bim ezê razêm lo, wey! Ma derd û mereza axaftina yekî Silêmanî tê kişandin? Na bavo na! Ha te li yekî Silêmanî guhdarî kir ha li Farisekî! De bila bi xewê be û ne bi guhdarîkirina Farisî û Soranîyê be! (Wêne: Rojnama Mîdiya) Tilîlîlîlîlî, Amerîkî bûn dehşikên me!
Îloxê Horkî-01/12/06-Deşta Hewlêrê- Niha hûnê bêjin çima Amerîkî bûne dehşikên me ne wilo? De binerin, bav û kalên me dibêjin “Zava dehşikên xezûran e”. Yanî gava yek mala xwe dibe mîratê û dizewice, êdî dibe dehşikê xezûrê xwe. Îcar xezûrê wî lê siwar dibe, zixtan tê radike, bazdide ser li ser qîm û wîjdanê wî maye. Welhasil, ya hewarrrrrrrr û ya starrrrrrrr! Bê lome be, jibo bindoxînê çi hat serê xelkê ya rebbî? Li gor xeberên xeberdanan, dibêjin gava li yekî radibe û bindoxînî dibe, ne Xwedê nasdike ne dîn ne îman, jibo tewandina serê xiyarê xwe dikare çiya û zinaran bi ser hevde biherifîne, waxxxx waxxx! Welhasil, xuyaye li generalê Amerîkî û berpirsê hêzên Amerîkî ê Kurdistanê Hary Shot jî rabûye û hew debar kiriye. Mêrik rabûye çavê xwe berdaye qîzek Hewlêrî (Giyaxaw Zirar Qadir) û hinavên wî mîna bacansorkan rizî lêkirine û ji eşqa keçika Hewlêrî nema kare vegere mala xwe a li Calîfornîyayê.Evîndarê me, kilê çavê Zirar Qadir,di roja 23/11/2006an de li ber dadgehê rawestiyaye û bi sê dengan bang kiriye, “eşhedû en la îlahe îlallah we eşhedû en la keçka Hewlêrî jibo min ma” û neçar bûye xwe misilman ragihîne jibo ku keçka Hewlêrî li can û cesedê xwe mahr bike. De hereeeeeee, dinya tol û bedelanê ye, ev çend sal bûn Kurd mîna nokên li kevir ketî li cîhanê belav bibûn û hema xiyarên xwe danîbûn ser milê xwe û li keçikên Ewrûpî û Amerîkî siwar dibûn. Dinya bi dorê ye bavê mino, wey! Îcar jî Amerîkî xiyarên xwe datînin ser milên xwe û li keçikên Kurdan digerin, ma neheqin? Welcome our to Kurdistan our Zava Hary Shotî û Gongooooooooooooor. Aqûbeta wî bû a Sedam
îloxê Horkî-29/11/06- Duhok- Îro spêdê Dadwer Muhemed Urêbî ê ku dadgehkirina Sedamê Erebê bêderpê bi rêve dibe, avukatê Sedam Bedî Arif îzzet pênderqûn kir û mîna mişkê mirar bi koriya wî girt û hem ji dadgehê derxist û hem jî 24 seetan wî zîndan dike. Dê herrrrrrrrrrrrrrrrrree Erebê qûnreş! Roja zilma we çû exû şermota! Ajansa qesabên Bexda ku wan pirr Omer û Elî serjêkirine ta nuha dibêjin: Ji ber ku avukatê Sedam tore û edeba xwe ji axayê xwe yê Sedam girtiye, ji ber wê qet nikare mîna mirovan bipeyive. Dadwer jî çend cara ew agehdar kiriye, lê ma ker çi ji agehdariyê dizane? Ji ber wê jî wî nekir nemerdî, li pêş TV û xelk û alemê lotikek lêxist û serê wî xist qûna Sedam Hisên..Erê erê..Dinya ji Siltan Silêman re nemaye, ma wê ji yekî wek Sedam Hisên re bimîne loooo! Kî şerabê çawa vedixwe?
Îcar em meraq dikin gelo Kurdên me bi çi haweyî şerabê vedixwin, bi mêş yan bê mêş!?
Me zanîbû nivîskarên zikreş hene, lê ên ku dêya xwe dikin jina xwe!? Ya starrrrr!
Hesen Dimso-29/11/06-Holanda- Erê lo, nivîskarê serrût û xwîngerm, brakê me ê qelemşûjin Qado Şêrîn dîsa xwendevan xistin nav meraq û mitalan û ew kezebreşî kirin. Di nivîsa xwe ya bi navê “Wîskîya Aldî venaxwe” de behsa hevalekî xwe ê qaşo helbestvan dike û pelûla dimsê bi serê wî de dirjîne. Xuyaye helbestvanê navdar serxweşekî temame, bê vexwarina wîskîya Şîwas û Pîvaz nikare debar bike, qîma xwe bi wîskîya Qado Şêrîn neanîye û nebûye mêvanê wî. Mêro qîma xwe bi wîskîya erzan û hayella nayne, hem jî divê goştê birajtî jî pêre hebe ku îlhama helbestnivîsandinê bêyê û bike zirt û virt, yan na nabe mêvanê kesî. Welhasil, serê me bi helbestvanên araqvexwar û serxweş naêşe lê Qado di dawîya nivîsa xwe de dibêje, “xwendevanino; ma we naskir nivîskarê zikreş kîye? Ku we naskiribe naxwe hûn xwendevanin jîr in, û ku we nasnekiribe ji dêya wî ku dûvre bû jina wî, bipirsin”. Heyran bi telaq ev cara yekeme em dibihîzin ku nivîskarek dêya xwe dike jina xwe û bazdide ser wê lo, wey! Heyran bi telaqê bê fitû, me fala qereçîyê vekir me tê dernexist, me nivişt û bazbend çêkirin me tê dernexist, me qurban serjêkir dîsa me tê dernexist, ê bavê min ew nivîskarê zinêkar kîye ka bêje wîî!? Te em kezebreşî kirin Qadooo! Wî hewaleyî Lotikxanê bike û te îş pê tune, em zanin bê emê kîjan wîskîyê bidin wî qurban..... Papa xwe li Tirkiyê danî
Sîpan Nas-29/11/06-Enqere- Belê, Serokê Vatîkanê û rêberê lotikvanên katolîkan Papa 16.Benedîktûsê ku berê hevalê Adolf Hîtler bû, li Teyrekî Başoke siwar bû û xwe li Tirkiyê danî. Papayê ku di nava Tirkan de wek “Şeytan” tê hezkirin, ji alî Serokwezîr Kasimpaşalî Erdogan ve hat pêşwazî kirin û ji mecbûrî Tirkan jê re li çepikan xistin. Mîster Papa berê serdana Anitkabîra Selanîklî Misto kir û bêdilî xwe be jî di deftera neşerefê de çend xêzik mêzik nivîsandin. Papa di defterê de “kuro Misto, bêjîyê kerxana Selanîkê, ne ji mecbûrî ba min silav li te nedikir lê Xwedê mala menfeetê xirabike û hew, berjewendiyên me em mecbûrî bêhna tir û fisên te kirin” nivîsand. Welhasil, Papayê ku dîn û îmana wî ji Tirkan diçe gellek rayedarên dewleta Virqo dîtin û hilma devê wan bêhn kir. Dibêjin Papa ji hevalekî xwe ê nêzîk re gotiye, “dengê xwe meke, min berê lotikek baş li Tirkan xistibû, niha jî ezê bikim ku xiyarek qirase têkeve wan. Ew dibêjin qey ez wan nasnakim ne wilo? Kuro bi serê Îsa û Mûsa ew jibo têkevin Yekîtîya Ewrûpayê vê qurban û heyranê ji min re dikin lo, wîî” û gotiye “ezê dua ji wan re nekim”.
Pkk mî yahşî Apocûlar mi?
Tacdîn Baran-28/11/06-Almanya- Belê, hûn zanin gelî xwendevanan; çi hatibe serê milletê Kurd, hemi ji destê kesên ku xwedêgiravî dibêjin “em rewşenbîr û sîyasetmedarin” hatiye serê wî. Hanî dibêjin ya “masî ji serê xwe gennî dibe”, ê me jî ev mesele ye allahwekîl. De ji kerema xwe di malpera “malama.com” de nivîsa kekê me Hasan Dere “PKK mî yahşî Apocûlar mi” bixwînin û kumê xwe deynin ber xwe, bifikirin. Hasan Dere ji DDKD destpêdike û di DDKO, KAWA, RIZGARÎ, PSK, PKK û PDK re derdixe û van partiyan bi pîvazekê nahesibîne, dide ber lotik û cotikên xwe. Hesenkê me hîna bi ser û fikrek çepê Tirkan, bi nexweşîya “Sol komunîzm bir çocûklûk hastaligi” lotikan dide xwe û hemi partiyên Kurdan rûreş û qûnreş dike. Ji xwe di derbarê PDK de mêrik dibêje, “li vir ez bi A.Zekî Okçûoglû re me, di salên 70 î de, me ji rojnameyên pis-pisok dibihîst ku hemi PDK (KDP) lî endamên MÎTê ne” û rûyê xwe reş dike. Yahewlelwela quwetillehilezîm! Heger rêberê te sayin Okçûoglû be bi Xwedê te kir tirrr! Ê ewladim, kardeşîm, cîgerîm, ka belgeyên te?? Îspat bike ku em jî bêjin Amînnnn!! Ma hema hemi partîyên me MÎT, ÎT û AJAN in lê tu Pêxember î? Tu vî mafî ji kê distînî ku rêxistinên me (bi qencî û xerabiyên xwe ve) diki MÎT û ÎT cîgerîm? Başe tu çiyî kardeşîm? Madem tu kesî naecibînî, rabe ji xwe re “Partîya Pêxemberan” damezrîne û bibe serokê wê û xelas! Tu û xanima xwe bibin Polît Buro, zarokên xwe jî bikin Merkez Komîtesî û me ji van partîyên MÎTê xelaskin qurban! Ê de qenciyekê wilo bike haaa, deeeee! Li Kurdistanê hê jî xweşmêr mane
Îloxê Horkî-27/11/06-Duhok-Li vê dawiyê Lotikxanê pirrrrr lotik li diz, gendel, zabitên gewad û çeqel meqelên din ên Kurdistanê dane. Lê Kurdino, ji bîr nekin ku hê jî li Kurdistanê mirovên bi namûs û pêşmergên qehreman pir mane haaaaaaaaa. Li başûrê Kurdistanê pir karên hêja û bi lotik têne kirin. Ew jî kî dikin? Ma wê kî bin..!! Her ew pêşmergên qehremanin yên ku bi sedan lotik li Sedam û leşkerên wî yê dagîrker dan, heta ew li ber dîrokê rezîl û rûreş kirin û gonên wan xistine bin postalên Emrîkiyan. Welhasil, liqa 18 ( Liqa Amêdiyê ) a PDK vaye saleke hatiye çêkirin, lê wan camêran ewqas lotik avêtine ku bi qasî lotikên 10 salan yên liqên din bûne. Ev jî çend nimûneyekin ji lotikên van camêran: Çend komcivînên rêzgirtinê ji bo pêşmergên şorişa Eylûlê, mamostayên şorişê, brînpêçên şorişê, çêkirina kampek taybet ji bo 300 jinan li Sûlava Amêdiyê ku çend şev û rojan têda man û gelek çalakiyên siyasî, rewşenbîrî û komelayetî têda encam dan. Çêkirina festîvala Şorişa Gulanê li devera Çemankê, ku xebat û jiyana xelkê Kurdistanê û pêşmerge têde mîna filmekî zindî hate nîşandan. Amadekirina ahengek xweş ji bo Gulistan Perwer ( wê jî hindek lotik bi ser kela Amêdiyê ve avêtin ), amadekirna karnevala Enfala li Gundê Spînadar Xelfo û di kavilên xaniyên gundê ku hatiye Enfal krin de, ku birastî dîmenek rastîn û zîndî bû ji Enfalên Erebên qûnreş li ser Kurdistanê. Amadekirina ahenga Şorişa Eylûlê li Kanîmasê, çêkirina monomenta Enfala li ber derê baregayê liqa 18 li Amêdiyê ( Foto) û dîsa avakirina xaniyan ji bo malbatên ku zilamên wan li Enfalê hatine şehîdkirin û gelek ji karê van xaniyan berpirsên liqa 18 bi dest û zendên xwe kirine…Hey aferîn lotikvanên liqa 18! Divê em wê jî bêjin, ji ber ku berpirsên vê liqa han tev ( ji xeynî 1,2 kesan ) kevne pêşmergene, loma jî li nav bajaran û di xaniyan de bîhna wan teng dibe û dixwazin her li çiya û çola bin. Ji ber wê jî ew tev çalakî û ahengên xwe li çiyan, li gundan, li war û cihên xwe yên pêşmergeyatiyê dikin. Lawooo ma hûn kûvî ne baba…?! Îca lotikxane jî ji wan re dibêje: Wa Pêşmerge bavê min,lêxin herdû çavê min Sed aferîn ji we re Lotikvanên liqa hejde... PSK tov avêt, federasyonê aj da
Ahmed Beyan-26/11/06-Enqere- Erê erêêêê..Xuyaye mesela federasyonê êdî li Kurdistanê û di nav rêxistinên me de dibe mode, hem jî modeyek ji modeyên bazara Parîs û Romayê çêtir û xweşiktir. Erê lo, îcar heçê radibe û doza federasyonê dike û lotikan dide xwe. Gava di destpêkê de Partîya Sosyalîsya Kurdistanê PSK di bernama xwe de doza federasyonê dikir, piranîya me me henekên xwe pê dikir û me digot „PSK reformîst û oportonîst e“ û em bi wan dikeniyan. Lê xuyaye piştî guhertina şert û şirûtên cîhanê û sîyaseta global, îro piranîya rêxistinên me doza federasyonê dikin, çewalê reformîzm û oportonîzma ku avêtibûn ser pişta rebena PSK îro li wan vedigere û nizanim îcar ew dibin çi!? Welhasil, Xwedê ji PSK û federasyona wê razî be, bawerkin heger ne ji federasyona PSK bûya dibe ku niha me jî doza federasyonê nekiriba, yan meyê jî bigota „êzingên min“ û serxwebûn biparazta û yan jî emê jî bibûna Demokratîk Cimhûrîyetçî allahwekîl! Êêêê tabî canim, ma ku başûrîyên me federasyon nexwestana wê kesî wêrîba bigota „federasyon?“ Naûzûbîlleh! Neyse, em vegerin ser mijara xwe babam, bi telaq em çend gotinên din jî li ser PSK bêjin te nerî fesad û ewanan yekser gotin „wey, kuro bi namûs Lotikxanecî jî reformîstin haaa“ û lotikekê li me xin. Dibêjin di civîna Komela Forûma Demokrasîya Kurd û Lêkolînên Akademîk de jî piranîya beşdaran doza federasyonê kirine. Ji Şerafettîn Elçî bigrin heta bi Sertaç Bûcak û Elî û Welî gotine „yan federasyon yan neman“ û sinyalên baş dane hevdu. Lê dibêjin DTP jî ji tirsa doza federasyonê newêrîbû bihata civînê û xwe di bin sîwana Demokratîk Turk Cûmhûrîyetî de veşartine. Welhasilî kelam, di dema ku Federasyonên Yekîtîya Sowyetê ji hevde dikevin em Kurd radibin doza federasyonê dikin, qey qedera Xwedê ye bavo….Yabo bi telaqê jinberdanê „Federasyon “ ji „Demokratîk Cimhûrîyetê“ çêtire ma bi derewa ye, wîî! De a baş ne Xêro û ne Dêro, « yan Kurdistan yan neman » û hûn sax….. |
Fermo, Îstatîstîka Ciriya Paşîn /11/2006
Wêne bitikînin Pîvaz û sîrê bixwin û bêjin „elhemdulîllah!“
Leyla Barîn-02/12/06- Li ser bextê pispor û textorên tenduristîyê be, dibêjin pîvaz û sîr rê li ber hinek cûreyên penceşêrê (brîna reş-kanser) digrin û nahêlin ku kanser bêje „kip“. Dibêjin pîvaz û sîr bi hinek cûreyên kanserê re dikevin şerekî bê îman û bi şûr û mertalan dirin hev. Asît û bêhna sîr û pîvazê hewqasî zêdeye ku nexweşîya kanserê pê gêj dibe û kanser bi xwe bi kanserê dikeve û totlanî hev dibe. Li gora hinek pispor dibêjin, divê jin heftê 25 kîlo pîvaz û 10 kîlo sîr bixwin û zilam jî 50 kîlo pîvaz û 25 kîlo sîr bixwin da ku nexweşîya penceşêrê xwe nêzîkî wan neke. Lê ji alîyê din divê tim û tim 10 kîlo bexdûnis û 25 kîlo jî geyayê pûng û tûzikê di bêrîka we debe da ku hûn bavêjin devê xwe û xelk û alem ji bêhna devê we bi jehrî nekevin. Heyran ji me gotin û li we kirin..Hûn dixwazin sîr û pîvazê bixwin, xwe ji nexweşîya penceşêrê biparêzin û xelkê bi bêhna devê xwe serxweş bikin, û hûn dixwazin jî qet nexwin da ku bêhna lewento ji devê we bê û nebin qesasê serê xelkê..Biryar a we lotikvana ye û hew! Herdu keran lotik lihev xistin
Sebrîyê Kerfiroş-02/12/06-Tirkiye- Li Tirkiyê bajarê Kirikkaleyê Mehmet Yildirimê 76 salî ji alî kera xwe ve hat gezkirin û brînek baş di laşê wî de vebû. Piştî lotika kerê, xuyaye Mehmet efendî pirr li ber xwe ketiye û ji fedîyan nema derketiye nava zilaman. Mêrik rabûye rebena kerê xistiye axur û sê-çar rojan bê êm û bê av hiştiye. Mehmet efendî dibêje, “evê kera heram serê min di nava civatê de bera ber min da, ez gez kirim û tirr ji min berda, min jî ew ceze kir û di axur de hepis kir” û pesnê xwe da. Aha Tirk wilo ne haa! Ê canim cîgerîm, ew ker bû ma tu jî ker î? Ji xwe navê rebenê li ser e, KER! Û tu? A baş tu jî navê xwe bike KER KURÊ KER! Okey! Rastkirinek
Lotikxane-01/12/06- Li gor agahdarîyên ku ji me re hatin, xebera ku me li ser „em xulam, pêşmerge nekin qurbana Erebên qûnreş“ nerast derketiye. Tê gotin ku Serok Barzanî pêşniyaza şandina pêşmerge û paraztina Bexdayê li hikûmeta Iraqê nekiriye. Daxwaza alîkarîya hêzên pêşmerge jibo paraztina Bexdayê ji alî Serokê Parlamentoya Iraqa Federal Mahmûd El Meşedanî ve hatiye kirin. Tê gotin ku ger himûmeta Iraqê alîkarîya paraztina Bexdayê ji Kurdan bike, wê biryara şandina hêzên pêşmerge ji alî parlamento û Serokê Kurdistanê ve bê stendin. Lotikxane ji xwe re erk dibîne ku di xeletiyên xwe de lêborînê ji xwendevan û raya giştî re bixwaze. Ma Xanimaxa bê mêr dibin em bi qurban?
Şiyar Îzol-01/12/06-Sêwreg- Ê lawo de werin serê xwe li hêt û dîwaran nexin û mala xwe nebin miratê haa! Kurê ciwamêran têr nan û pîvazê naxwin,keçên axa dibin xwediyê 25 gundan û navê „Xanimaxa“ li wan tê kirin. Ma ev bû edalet ya rebbî!? Erê lo, keça Mahmûd Kepoglû Sûna Kepoglû xanim li şûna bavê xwe bûye sermiyana 25 gundan û wê têra xwe lotikan bide xwe. Haaa, Sûna xanim ne tenê axa ye haaa! Ew herweha di nava Partîya DYP a Mehmet Agarê dijminê riknê Kurd de siyasetê jî dike û seroka şaxê Farqînê ye jî. Yanî, heger DYP têkeve parlamentoyê Sûna xanim ji sedî sed wê bibe wezîrek û hem ji dêrê bixwe hem ji mizgeftê, oxxxxxx! Lê xanimê dibêje, “ heta niha ez nefikirîme ku bizewicim. Ji xwe bawer nakim ku jiber karê min mêrek qirase hebe ku bixwaze bi min re bizewice” û filan. Heyran tu axa axa, li ser seran û ser çavan! Lê hema Kurdbûna xwe înkar neke keçko, Mahmûd Kepoglû xweşik bi Tirkî jî nizanîbû, hema keça bavê xwe be û wek axayan bêje, “ez Kurd im kardeşîm, var mi ûlan yan bakan!” û dilê me xweş bike gidî! Na na, mêrên ku qîma xwe bi te û karê te bînin pirr û zêdene jî allahwekîl..Hema tu çavê çepê ji lotikvanên me re bikutkutîne te îş ji mêran tunebe! Bi telaq emê 25 mêrên qirase bişînin ber devê koçka te..De yalla.... Ka ku ev agir we bişewitîne!
Ahmed Beyan-30/11/06-Enqere- Xuyaye şerê li Iraqê û pêvajoya azadîya başûrê Kurdistanê wê serê gellek kes û dewletan bixwe û wan bi nexweşîya penceşêrê bixe. Yek ji wan welatên herî ku nêzîkî vê nexweşîyê ye, Tirkiye û Serokwezîr Kerdogan e. Erdogan dîsa por û pirça serê xwe hilkir û nerazîbûna xweya di derbarê şerê li Iraqê anî zimên. Kasimpaşali Reco dibêje, “Ez bang li aktorên heremê û yên Cîhanê dikim; heger em bixwazin aramî bê Rojhilata Navîn, divê em dawî li şerê birakujîyê bînin. Agirê li rojhilata navîn, wê me hemiyan bişewitîne. Aşîtîya li rojhilata navîn wê bibe mifta aşîtîya Cîhanê”û filan. Tabî ji xelkê we ye dilê Erdogan bi Ereban û şerê birakujîya wan dişewite. Herama Xwedê be lo! Bi telaq ew jî dixwaze go yekî Ereb sax nemîne, lê ji tirsa Kurd û azadîya Kurdistanê ew dixwaze şerê navbera Erebên sunnî û şiî raweste da ku Ereb berê xwe bidin Kurdan û şerê wan bikin. De yurruuuuuuu ûlan Reco! Piçik piçik bavêje ber mirîşkan yawrûm! Em xulam, pêşmerge nekin qurbana Erebên qûnreş!
Şîndar Berwarî-29/11/06-Duhok-Dibêjin rojnama Erebî El Quds El Arabîya ragihandiye ku Serok Mesûd Barzanî pêşniyaza alîkarîya hêzên pêşmerge li hikûmeta Iraqê kiriye. Li ser bextê rojnamê be, xwedêgiravî Serok Barzanî gotiye ku, “ hêzên pêşmerge karin jibo paraztina Bexdayê alîkar bin” û filan bêvan. Dibêjin hikûmeta Iraqê jî vê pêşniyazê di nava xwe de nîqaş dike, yan wê bêjin erê û yan jî na. Welhasilî kelam, serê ku neêşe ne hewceyî destmalê ye bavê min! Bihêlin bila Erebên qûnreş di kefenê sedbavê hev nin, ma serê me bi wan dêşe hêê? Ma Xwedê ji me stendiye ku pêşmergeyên me herin Ereban biparêzin kaka? Bihêlin bila sunnî û şiî lotikan lihevxin û hevdu bidin ber pehîn û cotikên bergîlkî û hew! Li şûna ku pêşmerge Bexdadê biparêzin, bila herin Kerkûk û Mûsilê biparêzin çêtir û bixêrtire allahwekîl..Ji xwe ku pêşmerge berê xwe bidin bakurê Kurdistanê û diranên xwe li dewleta Tirko biqiriçînin, ma ka jê xweştir! Yan em xelet in? Qey li ser Ebdulrehman Mistefa hatiye xwendin bavo!
Mistefa Kakayî-29/11/06-Kerkûk- Dibêjin mela û sêhrbazên Erebên Kerkûkê duayên “bextreşîyê” li ser Parêzgarê Kerkûkê Ebdulrehman Mistefa xwendine da ku serê wî ji teq û reqê xelas nebe. Ev çend carin Ebdulrehman Mistefa dikeve kemîna terorîstên Tirk û Erebên Kerkûkê û bi xêra duayên Lotikxanê ji mirinê difilite. Vê carê jî li devê derîyê parêzgehê lê teqandin. Xuyaye wê hê gellek teşqele bên serê parêzgarê me. Turkmen û Erebên bêbav bela xwe jê venakin û ha ha xefik û kemînan li ber wî datînin. Ê ne niha em bêjin wê dîsa bêjin “Lotikxane me tîne provokasyonê” haa! Ê baba, hûn jî tîmên taybetî çêkin û bikin ku Turkmen û Erebên qûnbigû newêribin ji malên xwe derkevin, wey! Afatekê bînin serê wan ku têkevin bin çarçefên jinên xwe û wek Atatirko bi çarçefan revî revî terka kerkûkê bikin kaka, de bese heyran! Îro traktor, sibê helîkopter!
Şêrzad Berwarî-29/11/06-Hewlêr- Belê...Xuyaye wê di pêşerojê de Kurd muhtacî trimbêlên bejayî û balafirên hewayî nebin. Ji xwe gava Kurdan dest bi çêkirina hewcedarîyên xwe kirin, bizanibin ku wê bi welatên din ve neyên girêdan û ne mecbûrî wan bin. Li Hewlêrê sê brayên hoste Barzan, Şêrwan û Sîrwan bi îmkanên xwe trimbêlek bi dampêr çêkirine û navê xwe lê kirine. KURD B-SH-S..Wey destê we saxbe, emrê we hezarsalî be û Xwedê miradê we bike rebbî... Bi telaq êdî Kurd namrim lo, wîî! Kuro Kurd û çêkirina trimbêlan? Wilehî û bilehî aferîn! Îro trimbêl û traktor û bixêr sibê jî dora çêkirina helîkopter û balafiran e. Bi telaqê Kurdên Ewrûpayê, emê jibo vê xebera xêrê elokekê bikin qurban, serjêkin û goştê wê li temamê Hewlêrê belav bikin..Lê çi fêde Mam Celal ji Hewlêrê çûye, yan meyê gepa herî xweş bida wî allahwekîl! Qantirê Xwedê got “zirt!”
Ahmed Beyan-28/11/06-Enqere- Profesor û qantirê Tirk M.Kerem Doksat li Zanîngeha Bahçeşehîrê da zîtirkan û dûman bi ser serê xwe xist. Psofesorê ilmê qantiran Doksat wek her Tirkê doşirme zimandirêjîya Kurdan kir û got, “Kurd nizanin bê plana nifûsê çiye, hema zarokan çêdikin, wan bera nav kolanan didin û qitmetê wan nizanin”. Doksatê heram bi dewamî dizire û dibêje, “min eskerîya xwe li Diyarbekirê kir, ez bûme şahid ku Kurdan zarokên xwe avêtine ber trimbêlan jibo perê xwîna zarokên xwe bistînin” û filan bêvan. Wekî din Doksat ji Tirsa zêdebûna nifûsa Kurdan ditirse û dibêje, “Kurd Tirkiyê dagîr dikin, Kurdan der û dora bajarên me ên mezin girtine û wek mêşên hingiv bi me vedidin, zimanê me kirine wek şorba nîskê” û filan. Belê, qantiro hem van gotinan dibêje û kîna xwe vedirşe û hem jî dibêje, “ez ne li dijî Kurda me” û dixwaze hem li nêl xe hem li bizmêr. Ûlan ewladim! Ma ji Tirkan pêve kes kezeba xwe tavêje ber trimbêlê hêê? Ka çapemenîya Tirk bişopînin bê herî zêde kî bi keçên xwe re zinê dikin? Bê kî keç û jinên xwe difroşin da ku perê xwînê bistînin? Tirk in Tirkkkkkkkkk! Ûlan dangalak! Berê şûjina çavê xwe bibîne piştre derzîya çavê xelkê bibîne gotveren! |
s© lotikxane 20-02-2006